DUYURULAR

nurcan macit DÎROKA BİRÛMET Şiiri

Facebook'ta Paylaş! Twitter'da Paylaş! Sık Kullanılanlara Ekle!
Harf Boyutu Küçült Harf Boyutu Normal Harf Boyutu Büyüt
Puanınız kaydedildi.
Teşekkür ederiz.
0,0
0
Şiire puan verin!

nurcan macit (nurcan)

DÎROKA BİRÛMET



Di navberê te de deşt û zozanin di de jî bi gul û gulistan in,
Bi hawêr te de jî gir û latin an jî şaxur, zinar û çik çiyan in,
Di ser te de gul û kulîlk û nêrgiz in an jî sosin, lîloz û binefş in..
Welat tu çi şêrînî tu wek dilan û cana bi wek havîn û biharan î.

Stranê dengbêjan bi awazên darbilûran ê qulingan jî li te tê!
Xwendinên zengilokan ê bilbilan ê kewan jî tim li ser te tê,
Tu tim reng û rengî tu tim zelal û tim jî ronî û ronahîy î,
Tu pir xweşikî tu delalî tu mîna xêlîya serê bûkên me Kurdan î.

Li ser te de bax û baxçe û ser te de mêrg û zevî gul û gulistan in,
Li navberê te de çem û robar in û an kend û newal an daristan in;
Di nav qef ên şaxên te de jî kanî û çavkanî bi av û avzê û lîç in,
Dêrsim û Dîlok li Muş û Riha û Sêrt jî bajar û şaristanên te nin..

Di ser te de ask û xezal û pez û gakûvî hemûyan jî li te diçêrin,
Gava bihar jî tê koç radibin û malan bar dikin dimeşin zozanan ,
Berîvan jî diçin bêriyê li şîr didoşin nav kasikan bi nav elbikan;
Gava berx û mî û karik û bizin jî tevhev bin bi kale kal û dikalin.

Welat dîroka te pir kûr e welat tu her dem şêmûga şarezayiyê yî !!
Dîcle û Ferat jî li ser te de diherikin ava wan jî bo jiyanê pir elzeme,
Tê zanîn li ser te de Med û Mervan hê zêdetir jî dewletên me hebûn
Dîrokvan û zanyar jî dibêjin: “Mezopotamya tim wergehê Kurdan e”

Di cîhan jî zane, neyarê me jî dizanin Ehmedê Xanî feylezofek bû,
Feqîyê Teyranê nemir ew jî zanyar bû ew hozanê me Kurdan bû!
Garapetê Xaço û Aram Tikran û Eyşe Şan jî Meyrem Xan hemûyan,
Evdalê Zeynikê û Kawis Axa bi Şakiro jî tevhî li hozanên Kurda nin.

Welatê me kî jî şerê te bike bila bizvire ji xwe şerm bike û fedî bike,
Bi Nemrût û lawê Azer Hz.Berhîm jî û key Hamurabî jî li ser te jiyan,
Salan û salan in pirsgirêk li şer û êriş jî li ser te dom dike îro şûn de êdî bese!!
Serok û rêberên neteweya Kurdan Kek Mesûd û Mam Celal û Apo Ocalan e.


Mehmet Çobanoglu
14.01.2009
Yildirim

Bu şiir toplam 757 kez okundu.
12.03.2009 22:51:47

Bu şiire henüz yorum yapılmamış.

Siirdemeti.Net - 2005 Yılından Günümüze Karşılıksız Sevgi ©