nurcan macit (nurcan)
EVDALÊ ZEYNİKÊ
Ez im ez im, qulingê deryayê
Ez im birîndar, melûl û dilbikeser
Heval çûn kerî bi kerî, ref bi ref
Ez bi serê xwe mam û ez bi tenê!!
Hewar û hewar demsal payîz e
Panos, Elaşgir, Giyadîn biberf e
Ez xelitîm û bi ser de birîndar im
Per û baskên min jî li min şikestî.
Gumana min ew guman e dilo
Xwedayê Alemê, Yezdanê Jorîn
Bê rehmê û heyfa Wî bi min were
Dibe ku arîkariyekê çêke seba min.
Dilo ez qurban, de rabe û şa be !
Yezdanê Jorîn, Rebê Cîhanê
Bavê Temo, mêrê Gula bavfile
Evdalê Zeynikê şand ji bo min.
Evdalê Zeynikê çav lê kor in
Di her du çavan de jî ava reş e
Gula wî jî dilbereke pir xas e
Temo jî dest û piyên Evdêl e.
Evdalê Zeynikê bavê Temo
Dengbêjê Sirmelî Mihemed e
Sirmelî Mihemed mîrê mîran
Li Elaşgirê paşayê kurdan e.
Evdalê Zeynikê û zehf xizan e
Belengaz e û her du çav jî lê kor in
lê dengê wî xweş e wek qulingan
Û xwe jî gavberê Şêx Silo ye.
Evdalê Zeynikê pir dilovan e
Dengbêjekê nava kurdan e
Bejna wî kin, dilê wî wek rojan e
Ronahî, aramî, evîn karê bengiyan e.
Evdalê Zeynikê her gav rêwî ye
Carinan çerçî ye, diçe Qereyaziyê
Carinan jî bi tev şervanan diçe
Dijberê Romê hetanî Xozanê.
Ewdalê xizan pîrê dengbêjan
Bilbilê çiyayê Sîpanê Xelatê
Zerîla û mêrg, zozan û baxan
Berfîn, binefş, lîloz û sosinan.
Ez qulingê beriyê, li warên dûr
Bihar dûr e, baskê min birîndar e
Ez bêkes û reben û belengaz
Evdalê Zeynikê dermanê min e.
Evdalê Zeynikê rêberê min
Heval û hogir û pisporê min
Bi dengê xwe bilbileke xemgîn e
Mîna evîna Siyabend û Xecê li ba min e.
Mehmet Çobanoglu
01.12.2008
Yildırim
Bu şiir toplam 812 kez okundu.
2.12.2008 15:29:59