nurcan macit (nurcan)
DOZA BERZ
Ew nijdevanê behît!
War, welatê me nehişt,
Ne nan ma ne jî avran
Koma gelan birçî hişt.
Ew dewleta baladest,
Jixwe virek û nerast,
Êriş anîn, ketin nav me!
Agir barandin ser koma me.
Ew neyarê mêrkuj hat,
Bi tank, top û tifingan,
Gule reşand ser teva me
Komkujî xist koma me!
Ew neyarê devbixwîn,
Her tim hov, her tim dîn,
Leşker û cerdevanên wî
Em kuştin, li me bû qêrîn!
Ew dijminê me gelan
Neyarê hemû kurdan!
Şirîn dike dîroka me
Naxwaze zimanê me
Neyarê me jî dewlet e,
Di nav me û wan de şer e,
Em rabûn ji bo serhildanan !
Doza Kurdan jî berz e.
Mehmet Çobanoglu
26.11.2008
Yildirim
!
Bu şiir toplam 744 kez okundu.
28.12.2008 23:00:52