nurcan macit (nurcan)
Xeribî
Ez rebenok ez xizan, derdê min jî giran e!
Felek hat, li min qelibî, êş û jan jî li ba min
Ezê bêkes û xerîb, bextê min jî ne tu bext e;
Ez westiyam, betilîm, derd jî li min fetilîn.
Jiyana min bû boran, bihara min jî nehat! !
Bax, baxçên me çilmîsîn, dem jî êdî payîz e,
Gotin: “Bihar hê dûr e.” loma dilê min jî qehirî,
Îro ji min re wek şînê ye, êdî bilbil jî naxwînin.
Ez rebenok û xizan, welat dûr e, ez bêkêf,
Rêwî kom bûn, tev diçin, dilo em hê li vir in!
Ez di vê xeribiyê de nekeniyam, tim giriyam,
War û wleatê xelqê ji min re nabe diyar! !
Ez carcaran penaber, ez carinan jî evîndar,
Kekê ez qurban, derbaz bû temenê min,
Daxwaziya min ne pere ne text ne jî tac e;
Min tim xwest ku li war û welatê gelê xwe bim!
Lo dilo tu rebeno, kanên gul, kulîlkên me?
Felek hat, li min qelibî, êş û jan jî li min rabûn,
Sal derbas bûn, hê jî ava nebû welatê me!
Rêwî kom bûn û çûn, em dîsa man bi şun ve.
Mehmet Çobanoğlu
25.01.2009
Yildirim
Bu şiir toplam 951 kez okundu.
27.01.2009 17:15:03