nurcan macit (nurcan)
TÊRÊN
Têrên tê bi her denga
Fîqê dixe û her renga
Xwezil xerîbî nebûya
Gel şabîa şahî,şenga
Têrên tê reng li reşe
Dengê wê,geş,xweşe
Û xerîbî xwe nebûya
Welatê me xwe geşe
Têrên tê dem ser şeve
Bê kêfe xwe bê şenge
Em xerîbê nav kolana
Dil qurban ev ne hale
Têrên tê dû li qetran
Derî li bend û qeytan
Oy xerîbî zore,zulme
Dil jî bû kevir,çortan
Têrên hat xweş lidixe
Lo welat ber me dixe
Ax ev hal jî ne rewşe
Xerîbî jî neyarê here
Têrên hat xwe fîqava
Suwarê wî bûke,zava
Xwezil xerîbî nebûya
Ro bihat neçûya ava
Têrên tê deng li fîqe
Barê ser genim,fîge
Li xerîbî qe nebûya
Dev,diran şîqe şîqe
Têrên tê ro çû helat
Perçekî welat Serhat
Dil,kezeb jî bû xopan
Ez qurban ax Serhat
Têrên hat welat dûre
Li reben birîn jî kûre
Ax xerîbî qe nebûya
Lêlê lêlê wek mirine
Mehmet cobanoglu
11.05.2007
Yildirim.B.paşa
Bu şiir toplam 883 kez okundu.
20.11.2007 21:52:54