nurcan macit (nurcan)
RABİN
Rabên dilê me rabin
Qîz,qortno tev rabin
Neyar ket welatê me
Zevî,mêrga tu nedin
Rabin lawê gelé me
Kombin bo doza me
Dîyar bikin soza me
Bijin welat canê me
Welat xwe gul,rihane
Û berfin,binefş şîlane
Nav de hemû jî şehîd
Jiyan,Rewşan,Dîyare
Xort,keç li zaroké me
Mêr û jin şervané me
Ew zalimê neyaré me
Dagirand ket axa me
Şîret kin wan xayînan,
Bihesinin kor,nezanan
Lo bo çar bênç quruşa
Xwe nefroşin neyaran
Hevla,hogir birén me
Rewşenbîrên gelê me
Dijminên xwîn wexar
Bû mérkujén gelé me
Heta hebe ev gelé me
Xelaz nabe giyan me
Hestî,goşt û cané me
Welat germa dilê me
Welaté me cîgera me
Dil,kurçike jîyana me
Roj xweyan li roja me
Ne tarî ma ne şev me
Hemû rabin gelê me
Qîz û qort,lawên me
Xwe ragirin şêrê me
Biparizin welatê me
Hun nertisin tu caran
Cerdevan lo leşkeran
Helşînîn sûr,duvaran
Biqetînin ta, zincîran
Heşîyarên bû gelé me
Zaloğlu Rustem ê me
Kawa bû serdaré me
Serok bû rehperê me
Mehmet Çobanoğlu
13.11.2005
Yildirim
Bu şiir toplam 1.095 kez okundu.
18.01.2008 10:52:37