nurcan macit (nurcan)
ZOZAN
Çûme nav wan zozana
Kanî,newal ,ber bêrma
Zevî,mêrg wan kulîlka
Jor de dengên qulunga
Quling hatin tof ,refan
Digeriyan li ser çeman
Tev hatibûn roja,şevan
Berê xwe dabûn golan
Quling daketin nav jir
Çem û kanî li wan zêr
Av vexwarin qim qim
Gotin Qers jî pir şêrin
Quling,bet pir werdek
Meşyan hatin li şevek
Mirg,zevî,warê gunda
Gul vedan reng belek
Hêşîn bû warên welat
Dor tijî gul,kulîlk bûn
Çi xweş bû û şêrin bû
Warê Qers’ê jî geş bû
Bet,quling dimeşîyan
Kon vebûn serê golan
Denk dihat bi meşkan
Keç û qîz,bûk bêrîvan
Dengê wan keça,bûkan
Wek dengê li kewokan
Can qurbana qulungan
Kombûn li dora Konan
Jîyan ketbû ax,zozanan
Kar û berx ser xozanan
Ket geş bûn,siping pive
Berf hêjî ser wan çiyan.
Mehmet Çobanoglu
30.05.2008
Yildirim
Bu şiir toplam 1.296 kez okundu.
3.09.2008 22:03:59