DUYURULAR

nurcan macit BİHAR DÛR E Şiiri

Facebook'ta Paylaş! Twitter'da Paylaş! Sık Kullanılanlara Ekle!
Harf Boyutu Küçült Harf Boyutu Normal Harf Boyutu Büyüt
Puanınız kaydedildi.
Teşekkür ederiz.
0,0
0
Şiire puan verin!

nurcan macit (nurcan)

BİHAR DÛR E

Xem û xeyalên min li min neman,
Roj çû ava dîsa bi min bû serma,
Gotin ji havînê re hê dem pir dûr e!
Dilo cano ez çawa bikim? de bibêje.

Dilê min îro xemgîn e way li min,
Kulîlk qermiçîn gul jî qe neman,
Bihar bihurî û quling rabûn û çûn!
Eman dilo eman dilo way li min.

Bihar jî hê dûr e dilo tu birîndar,
Payîz e pel û belçim tim weşiyan!
Kon rakirin, mal li deştan vegeriyan;
Werdek, legleg çûn; gol xalî man.

Jiyana min jî bû jiyaneke xopan,
Mina jiyana nexweş û xerîban!
Hey dilo dilo can, rebeno dilo ,
Nizanim ez sax im, an ez mirî me?

Ro çû ava û bû tarî; dilo şev sar e
Deşt li jêr, zozan li jor; berf dibare
Kalekala berx û karan û pezan e,
Konan bar kir, mal diçin, dil diqele

Êdî payîz e lo dilo, mal vegeriyan,
Quling jî çûn û zozan jî vala man,
Şivana jî pez rakirin û diçin deştê,
Dilo tu mayî bi serê xwe vê bestê.

Xem û xeyalên min jî min neman,
Ez Memê me Memê Qaqizmanê
Tu were bihar û were havîna min
Ma tu bêhest î bînesorgula min.


Mehmet Çobanoglu
25.11.2008
Yildirim

Bu şiir toplam 953 kez okundu.
26.12.2008 17:15:20

Bu şiire henüz yorum yapılmamış.

Siirdemeti.Net - 2005 Yılından Günümüze Karşılıksız Sevgi ©