DUYURULAR

nurcan macit BAR GİRAN E Şiiri

Facebook'ta Paylaş! Twitter'da Paylaş! Sık Kullanılanlara Ekle!
Harf Boyutu Küçült Harf Boyutu Normal Harf Boyutu Büyüt
Puanınız kaydedildi.
Teşekkür ederiz.
0,0
0
Şiire puan verin!

nurcan macit (nurcan)

BAR GİRAN E



Canê min tu xerîba min,
Ez qurban xemgîna min
Goştê laşê min jî heliya,
Ez bo welat û gel dinalim!

Ez dilop dilop heliyam,
Can îro ji bo min mirin e,
Wey xelitîm û şewitîm,
Dûman û mij li warê me!

Welat îro bindest bûye!
Şîn e, şewat e li me hewar e,
Şervan hêviyê didin me,
Keleş xemlê didin milên me.

Gotin: War bindest bûn!
Êşek ket nav serê min,
Rê dûr e barê me giran e,
Di milên me de jî çek hene.

Dijmin hatin li ser me!
Em jî bûn şervanên me,
Hewldan e û serhildan e,
Xwe ragirin gelî şêrên me.

Gule barîn li ser serên me!
Birîn ket nav laşê min,
Mirin hat ber serê min;
Ez dimirim li welêt binhêrin!

Şer e şer e, li me mehşer e!
Mertal, kevan, tîran bînîn,
Em rêwiyên azadiyê ne,
Em qe natirsin ji mirinê!!

Rê dûr e bar li me giran e!
Em rêwî ne ji bo azadiyê,
Çek, keleş li milên me ne,
Em nawestin, tu natewin.

Em çi bikin çi nekin?
Qemera min reşa min,
Xwişka me tu jî were,
Qendîl, Gabar warên me ne!

Di nav dilê min de jî jan e ,
Di laşê min de top, gule ne !
Agir û şewat, pêt dibarin,
Birîna li ser canê min zor e.

Rabûn tên qîz, xortên me ,
Hemû heval, hogirên me!
Îro şerê me û van tirkan e,
Kend, newal warên me ne.

Qemerê tu xwişka min î!
Were destê min bigire,
Di dilê min de birîn kûr e
Ez pakrewanê doza gelan im.

Xwin ji dilê min dikişe,
Ez ketim warê şehîdan!
Welat şirîn war xweş e,
Mirina rûmetî pir baş e!!

Mehmet Çobanoğlu
15.01.2009
Yildirim

Bu şiir toplam 985 kez okundu.
20.01.2009 17:25:54

Bu şiire henüz yorum yapılmamış.

Siirdemeti.Net - 2005 Yılından Günümüze Karşılıksız Sevgi ©