DUYURULAR

nurcan macit CEJNA ME GEŞ KE Şiiri

Facebook'ta Paylaş! Twitter'da Paylaş! Sık Kullanılanlara Ekle!
Harf Boyutu Küçült Harf Boyutu Normal Harf Boyutu Büyüt
Puanınız kaydedildi.
Teşekkür ederiz.
0,0
0
Şiire puan verin!

nurcan macit (nurcan)

CEJNA ME GEŞ KE



Dest nede birîna dilê min,
Birîna min birîneke kûre !!
Xwişkê, xwengê nelorîne,
Hêstirên çavên xwe nerijîne.

Xwişkê rabe, rabe tu here,
Îro roja cejna gelê me ye!
Ez nexweşê li nav nivînê me..
Min bihêle, tu jî rabe û here .

Û nekole jan û birîna min,
Ez li ber te digerim, rabe û here
Kincên xwe yên teze li xwe ke ,
Bila rengê gelêrî jî li ser be.

Avekî bide min, rabe û here,
Lorîkan bi ser min de nerijîne,
Bi ez qurbana wan çavan;
Xwişkê negirî, rabe tu û here.

Nekole vî derdê dilê min,
Tu guliyên xwe jî bihûne,
Biskê cênigên xwe jî berde..
Kesk û sor, zer jî lê girêde!

İro bîst û yekê adarê ye,
Ev roj, ev dem ji bo evînê ye;
Dil û can, hebûn û jiyan e,
Xwişkê here û îro newroz e!

Xwişkê here û êgir pê xîne .
Û ji heval û hogiran nemîne,
Here pêtên cejna me geş ke ,
Ji min re jî guleke newrozê bîne!!

Nekole vê kul û birîna min,
Îro şahî ye îro cejn û dîlan e,
Mirûzê xwe neke reşa min,
Ez ji te re dibêjim, rabe û here.


Mehmet Çobanoğlu
21.01.2009
Yildirim

Bu şiir toplam 1.089 kez okundu.
24.01.2009 19:42:57

Bu şiire henüz yorum yapılmamış.

Siirdemeti.Net - 2005 Yılından Günümüze Karşılıksız Sevgi ©