DUYURULAR

nurcan macit FIROŞKARO Şiiri

Facebook'ta Paylaş! Twitter'da Paylaş! Sık Kullanılanlara Ekle!
Harf Boyutu Küçült Harf Boyutu Normal Harf Boyutu Büyüt
Puanınız kaydedildi.
Teşekkür ederiz.
0,0
0
Şiire puan verin!

nurcan macit (nurcan)

FIROŞKARO

Oy firoşyaro, firoşkaro
Di nav barê te de çi heye?
“Di barê min de kakilê gûzan
Di dilê min de welat heye.”

Oy firoşyaro, firoşkaro
Di nav barê te de çi heye?
“Di barê min de sêvên sor,
Di dilê min de Wan, Mûş hene”

Oy firoşvano, firoşkaro
Di barê te de kakil, kuncî,
“Erê xwişkê lê erê erê,
Di şara te da sê reng hene”

“Oy xwişkê, bûkê, dayikê
Di destê te de çi heye?”
Oy firoşyaro, firoşkaro,
Di destê min de keleş heye.

“Oy keçê keçê tu keça kê yî,
Di nav milê te de çi heye?”
Ez keça kurdan, keça gelan;
Di nav milê min de alaya me heye!

Oy firoşyaro, firoşkaro
Di nav barê te de çi heye?
“Di barê min de gul, kulîlk hene,
Kesk, sor, zer û rengrengî ne!”

Oy firoşyaro, firoşkaro
Di nav barê te da çi heye?
“Di barê min de fêkiyn welêt!
Di dilê min de azadiya kurdan e.”

Oy firoşyaro, firoşkaro
Ez qurbano tu rabe here,
Silav û rêzê min ji gelan re ye
Dilê min jî wekî dilê te ye.

“Xwenga min, tu xwişka min,
Tu dozvana gelê kurdan
Tu şêr,lehengê rizgariyê
Em rêwiyên azadiyê, aştiyê”

Mehmet Çobanoğlu
02.02.2009
Yildirim

Bu şiir toplam 988 kez okundu.
4.02.2009 19:54:42

Bu şiire henüz yorum yapılmamış.

Siirdemeti.Net - 2005 Yılından Günümüze Karşılıksız Sevgi ©