nurcan macit (nurcan)
KULÎLKÊ ÇEMA
Bi kulîlkê devê çema me
Û gul,sosinên çiyana me
Tim reng a reng vedidim
Û warê welatê Kurda me
Ez per û baskê teyra me
Ser erd û bi asîmana me
Şikeft,stargehê bê kesan
Ez welatê gelê Kurda me
Ez helînê çûk û çûika me
Hîm û bingehê zinara me
Li min tim kew bi kevokin
Ez germa dil’ê Kurda me!
Ez qîz û xortên çelengim
Ez şûr,mertal ez keleşim
Ez têkoşer bi hewldanim
Ez serîhildana Kurda me
Kevirên destê zarok a me
Dipekim bi ser polêsa me
Xof û tirs çîye? û nizanim
Bi dil û kurçikê Kurda me
Ez pspor,lehengê we me
Zana û rewşenbîr we me
Nav ê min jî qasî dîrok e
Û serokê gelê Kurda me
Mehmet Çobanoglu
09.11.2008
Yildirim
Bu şiir toplam 644 kez okundu.
12.12.2008 15:05:28