nurcan macit (nurcan)
ÇİRÛSK Û PÊT
Şeve ba,sayî û sare,seqeme,
Strkên asîmanan naên xuya,
Ne agire ne çirûske ne pête!
Dûmane,mije dor me tarîye.
Şev tarî ye dîsa qet naçirûse,
Dilê min de ew tirs ew xofe,
Roj neê hilat bi ronahî nebe!
Çav gulan nebîne ê çawa be?
Dilo ez belengaz tu evîndarî,
Ez bêrîndar û tu kûr xemgînî,
Xeyalê min xeyalê ronahîyê..
Min bixemlînin pêt,birûskan!
Rengê pêtan ê sor hertim perî,
Rengê kesk bo keçan tim xilî!
Çi xweşe çi bedewe ew rinde,
Rengên zer jî bo gulîyên kezî!!
Erd û asîman li dîsa me şeve!
Mêmê de rabe,ronahî evzele,
Devdvî siba me û roja me ye ;
Xwe ragire tim berxwedar be.
Mehmet Çobanoğlu
10.02.2009
Yildirim
Bu şiir toplam 537 kez okundu.
15.02.2009 21:46:48