nurcan macit (nurcan)
ASÊ
Navê keça me asè ye
Xwe ji qîza Qersè ye
Ez qurbana bejna wê
Enîya wê da şara wê
Ne xemne tu ne xeyal
Asê şewqe xwe şemal
Lo jira bijin şoreşvan
Xwe jî şêre lo şervan
Asê leheng,egîdê me
Xwe ket nav şerê me
Şér jî şerê me Romê
Kurdîstan welatè me
Asê gula bahara me
Deşte,zozan,axa me
Her desta de ala me
Qedîr,qîmet hija me
Asé gula vê baxê me
Xemla ser vê ala me
Xwe jî li roja axa me
Ro veda lo ro da me
Asé Dérsim,Batmane
Muş,Rewan,Tetwane
Munzur,Cudî, Elegez
War,welatê Kurdane
Asê xwe qîza gelê me
Namus şeref doza me
Bo azadîya koma me
Wele rabû soz da me
Asê qîz,bûka warê me
Xwe rêberè li gelê me
Jira bêjin her her bijî
Bijî bîjî tu xwîşka me
Asa me qîza Şewané
Meşîya heta Revanè
Li milanda ala Kurda
Kesk,sore û zera me
Asê qesra dimdiméye
Av kanîya Rewanêye
Roja li ser ala Kurda
Dengê gelé cihanéye
Asè gul û kulilka me
Bû rengè ser ala me
Mîna hîva li axa me
Ronahîya li warê me
Asê şêre,şervanê me
Endamé boy doza me
Keleşek ser milanda
Dixwaze lo warê me
Asè çilkê nav baranè
Barana bo ava Wanè
Wek lehiye û robare
Dibare mêrgê Wanê
Meh jî meha Adarèye
Asê kulîlkin biharèye
İro Newroz a me gela
Rizgarîya me Kurdane
Dîlan şahî gel dîlanne
Hewildana me gelane
Polis,leşker pir hovin
Asé axa me Kurdane
Mehmet Çobanoglu
20.05.2002
B.paşa
Bu şiir toplam 950 kez okundu.
18.01.2008 11:21:35