nurcan macit (nurcan)
RİZGARÎ
Welatê me xwe şêrîne,
Gul û gulpik,roj zerîne;
Deşt û zozan,zinarê wî,
Kew û kewok,gul tijîne
Ez qurbana hemû gelan,
Xort û qîzan we keçikan!
Hûn şêrên hûn jî şervanin,
Hûn dimeşin deşt û çîyan.
Rêketin şerwanên gelan,
Gotin: welat doza me ye,
Koma wana jî rihe,giyan,
Parastvanin hemû jî jiyan.
Ya mirine an ev mayîn!
Bizanibin ax nebe azad,
Birije jî xwîna canê me,
Emê war,welat bipeyîn.
Bila mirin tim bo me bê,
Erd jî li tev ser me de bê!
Em qet nartisîn bi mirinê,
Koma gelan jî pey me tê.
Rizgarî me merc û şerte..
Welat bo me doze,soze..
Serbestî jî ser me ferze !
Rabin lo hemû gelên me.
Em şoreşger hûn jî gelên!
Em rewşenbîr em şoreşvan,
Bi destên me da çot keleşe!
Em şêr û leheng em şervanin.
Em rabûn çep û rast lêdixin!
Heta em Kurd nebin azat,
Heta welat jî nebe serbest,
Em şoreş em şêr û şervanin.
Mehmet Çobanoğlu
16.02. 2006
Yildirim
Bu şiir toplam 995 kez okundu.
10.10.2008 16:49:50